Li Bexdayê peyama yekîtiya Kurdan

Dîroka Weşanê :
Li Bexdayê peyama yekîtiya Kurdan

PeyamaKurd – Piştî bazarekî zext ya li Bexdayê di encama tûra sêyem de namzedê PDKê Ferhad Ertûşî bû cîgirê duyem yê serokê Parlementoya Iraqê. Di tûra sêyem de parlementerên YNKê dengên xwe dan Ferhad Etrûşî û bi 178 dengan hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê Kurd peyama yekdengiyê li Bexdayê dan.

Niha çavê herkesî li serokkomariyêye dê kî bibe serokkomar. Hilbijartina serokkomariyê di 5e mehê de ye. Ferhad Etruşi, piştî hilbijartin ê ragihand ku di hilbijartina wî de rola esasî ya Serok Barzani ye. Etrûşî got:

“Em bi temamê terefan re di nav diyalogê de bûn. Rêzdar Barzanî bo girêdana dawiyê rola herî mezin leyîst. Iraq dewletekî federale û destûr di navbera me de peymane. Di nav 4 salan de emê bo xalên heya niha di destûrê de nehatine bicîhanîn bixebitin da wan bicîh bînin.”

Grûba PDKê got ku ev kursî ne tenê yê partiyekiye lê yê temamê milletê Kurde û ciyekî stratejike bo parastina Kurdan.

Parlementer Şaxewan Abdullah li ser tecrybeyên xwe yên berê got girîngiya vî kursiyî bo Kurdan di berê de dîne û gelek yasayên di eleyhiya Kurdistanê de bi xêra vî kursiyê hane hatine astengkirin. Parastina ev kursiyê han telafiya berêye.

Şirvan Duberdani behsa hilbijartina serokkomnar kir û got ku divê Kurd bo meqamê serokkomariyê bi yekdengî tevbigerin.

Grûba YNKê di tûra sêyem de rayên xwe dan namzedê PDKê Ferhad Etrûşî. Hat gotin ku ev bi fermana Bafil Talabanî bûye.

Serokê partiya Taqaddumê û hem serokê berê yê parlementoyê  Muhammed Halbusi got ku bi milletê Kurd re ti arîşeyekî wî nîne û bo serokkomariyê ji Erbîlê çi lihevkirin bibe wê destek bikin.