Ji bo Demirtas dewama halê girtîbûnê hate xwestin!

Ji bo Demirtas dewama halê girtîbûnê hate xwestin!

PeyamaKurd- Li Enqerê li dadgeha cezayên giran ya 19emîn de darizandina Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş dewam kir. Dozger xwest ku Selahattin Demirtaş neyê berdan.

Îro li Enqere li girtîgeha Sîncanê darizandina Selahattin Demirtaş dewam dike. Dozger got ku şubheya mezin heye ku Selahattin Demirtaş sûcên îsnadkirî kirine. Ji ber ku şubhe heye ku Selahattin Demirtaş bireve, divê girtî darizandina wî were dewamkirin.

Selahattin Demirtaş beşdarî dadgehê nebû, tenê parêzerên wî, nas û dostên wî û hinek wekîlên HDPê başdar bûn.

Darizandin hê bi dawî nebûye, parêzerên Selahattin Demirtaş parastina xwe didomînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin