PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku ji bo gera duyemîn a danûstandinan bi Dewletên Yekbûyî re plan tune ye.
Tê payîn ku gera duyemîn a danûstandinan di navbera şandeyên DYA û Îranê de li Îslamabadê, paytexta Pakistanê, pêk were.
Berî gera duyemîn a danûstandinan li Îslamabadê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatine girtin.
Wezareta Derve ya Îranê derbarê gera duyemîn a danûstandinan a di navbera şandeyên DYA û Îranê de li Pakistanê daxuyaniyek da.
Wezaretê diyar kir, "Niha, ji bo gera duyemîn a danûstandinan bi Dewletên Yekbûyî re plan tune ye."