Ji bo vegere karê xwe çû ber avahiya AKPê û hat binçavkirin

Ji bo vegere karê xwe çû ber avahiya AKPê û hat binçavkirin

PeyamaKurd – Welatiyê Tirkiyê Cemal Yildirimê bi Biryarnameyên Hikmê Qanûnê ango KHKê ji karê xwe hatiye îxrackirin, ji bo li karê xwe were vegerandin, li ber avahiya AKPê ya Enqereyê xwest çalakiya rûniştinê pêk bîne û demildest ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. 

Endamê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Cemal Yildirimê bi KHKê ji kar hatibû îxrackirin her roj li Kolana Sakarya ya Enqereyê bi daxwaza vegere karê xwe çalakiya rûniştinê li dar dixist û îro jî çalakiya xwe bir ber avahiya AKPê ya Enqerê.  

Yildirim bi hênceta ku “Qedexeya Parêzgariya Enqerê ragihandiye heye” ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û piştre jî hat binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin