3 dayikên ku çûn ber avahiya AKPê hatin binçavkirin

3 dayikên ku çûn ber avahiya AKPê hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li demeke ku çalakiya rûniştinê ya malbat û dayikên dibêjin, zarokên wan bi zorê derxistine çiyê berdewam dike, dayikên laçik spî (Dayikên Şemiyê) jî ji bo zarokên wan ên winda ne werin dîtin çûn ber avahiya AKPê ya Diyarbekirê.

Ji dayikên laçik spî yên li ber avahiya AKPê ku xwestin çalakiyê li dar bixin, 3 dayik bi zora polîsan hatin binçavkirin.  

Dayikan li ber avahiya AKPê ya Diyarbekirê nivîsa, “Dayik aştiyê dixwazin” vekirin û piştî demekê 3 dayik ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin ku hîn nehatiye zanîn bê ew birine kîjan navenda asayîşê.

Piştî tayînkirina qeyûman bi ser şaredariyên HDPê de û destpêkirina protestoyên dijî hikûmeta Tirkiyê û AKPê, li ber avahiya HDPê ya Amedê çalakiya dayikan hatibû destpêkirin û wezîr û parlamentarên AKPê jî serdana wan kiribûn. Niha jî dayikên zarokên wan winda ne ango dayikên laçik spî (Dayikên Şemiyê) xwestin li ber AKPê ji bo aqûbeta zarokên xwe çalakiyê li dar bixin ku ew ji aliyê hêzên emnî ve tên astengkirin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin