Ji bobelata Gombeyê 7 kes mirin

Ji bobelata Gombeyê 7 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Mozambîkê li başûrê rojhilatê welat bobelata Gombe çêbû û diencamê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Îro serokê dewleta Mozambîkê Filipe Nyusû di wexta ku seredana Afrîka Başûr kir ragihand ku carna leza bayê ji 200 km yan derbas dibe.

Bobelat an ku firtûna Gombe bûye sedema zerareka mezin û jimara miriyan ya herî kêm 7 in. Rêxistina kêşû hewayê ya dinyayê (WMO) di ser hesabe xwe yê Twitterê de ragihand ku niha leza bayê kêm bûye lê baran zêde dibare û bi rabûna lehiyê devera navborî tehdîd dike.

Mozambîk bi piren seyyar û stokanê xidayê li hemberê firtûnê xwe amade dike û di demen dawiyê de Mozambîk di bin bandora Okyanûsa Hindê de maye.

Berê jîli Mozambîkê û Malaviyê bobelatêk çêbû bû ji sedî zêdetir kes miribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin