Ji Fermandarê Hêza Qûds a Îranê serdana surprîz bo Bexdayê

Dîroka Weşanê :
Ji Fermandarê Hêza Qûds a Îranê serdana surprîz bo Bexdayê

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên di medyaya Iraqê de hatine belavkirin, Fermandarê Hêza Qûds a Supaya Pasdarên Îranê General Îsmaîl Qaanî serdaneke surprîz bo paytext Bexdayê pêk anî.

Hat ragihandin ku Qaanî bi serokên komên çekdar re civiyaye û rojeva sereke ya vê hevdîtina çend saetî, "rêkxistina çekên komên berxwedanê û girtina wan a bin kontrola dewletê" bûye.

Hat diyarkirin ku Qaanî ji bo pêşîgirtina li nakokiyên muhtemel ên di navbera komên çekdar de û neveguhastina vê mijarê bo krîzeke navxweyî, hewl daye.

Hêjayî gotinê ye, ev serdan di demeke ku hewla bêçekkirina komên milîstan tê kirin hate kirin ku hikûmeta Iraqê soz daye wan hêzan bêçek bike. Hejmarek komên milîs ên wekî Esayîb Ehlil Heq û hin komên din red dikin çekan deynîn ku ew bi xwe bi ser Îranê ve ne.

Li gorî zanyariyan Qaanî di civînê de bang li serokên wan koman kir ku yekîtiya xwe biparêzin, ji şerê navxweyî dûr bikevin û di çarçoveya kordînasyonê de tevbigerin da ku aramiya ewlehiyê xera nebe.