Ji Guterress banga Venezuelayê

Dîroka Weşanê :
Ji Guterress banga Venezuelayê

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres, piştî Venezuelayê û girtina Nicolás Maduro û hevjîna wî ji aliyê Amerîkayê ve daxuyanî da.

Guterres fikarên xwe anî ziman û diyar kir ku ew ji bandorên muhtemel ên operasyona leşkerî ya DYAyê li ser ewlehî û aramiya herêmî bi fikar e.

Sekreterê Giştî bi rêya berdevkê xwe da zanîn ku ew ji ber van geşedanan gelekî hejiyaye û bal kişand ser ku ev bûyer dikare di asta herêmî de encamên pir metirsîdar bi xwe re bîne.

Guterres destnîşan kir ku şert û mercên siyasî yên navxweyî yên Venezuelayê çi dibin bila bibin, operasyona leşkerî ya DYAyê mînakek xeternak çêdike û bang li hemû aliyan kir ku rêzê li Peymana Neteweyên Yekbûyî û prensîbên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî bigirin.