PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê Jasim Mihemed El-Bidêwî ragihand ku Îran bi mebest binesaziya enerjiyê û ewlehiya deryawanî ya herêmê dike armanc û ev yek gefeke rasterast li ser ewlehiya cîhanê ye.
Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Welatên Kendavê Jasim Mihemed El-Bidêwî îro 26ê Adarê di daxuyaniyekê de destnîşan kir, tevî hemû hewlên welatên Kendavê yên ji bo dûrketina ji şer, Îran berpirsyara yekem a pêxistina fîtîla aloziyên leşkerî ye di nav ava Kendavê de.
El-Bidêwî bang li Îranê kir ku demildest êrîşên xwe rawestîne û wiha pê de çû: "Parastina ewlehiya welatên Encûmena Hevkariyê pakêteke yekpare ye û ji hev nayê cudakirin. Her cure têkdana ewlehiya Kendavê, rasterast bandorê li ser ewlehiya enerjiyê ya cîhanê dike."
Bidêwî diyar kir, Îran bi zanebûn navendên enerjiyê dike armanc û metirsiyê li ser rêyên deryavanî çêdike, ku ev yek berpirsiyariyeke mezin dixe ser milê civaka navdewletî.
Sekreterê Giştî yê Kendavê pêşwazî li biryara nû ya Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir ku pêşnûmeya ji aliyê Behreynê ve li ser navê welatên Kendavê û Urdinê hatibû pêşkêşkirin a bi navê "Bandorên destdirêjiya leşkerî ya dawî ya Îranê" bi yekdengî hatiye qebûlkirin. Tê gotin ku zêdetirî 100 welatên cîhanê piştgirî dane vê projeyê.
El-Bidêwî destnîşan kir, pesendkirina vê biryarê di 25ê Adara 2026an de, nîşaneya helwesta zelal a civaka navdewletî ye di redkirina êrîşên Îranê ye û got, ev biryar şermezarkirina wan gefan e ku Îran li ser aştî û ewlehiya navdewletî çêdike, bi taybetî êrîşên li ser axa wan welatên ku ne beşek ji tu nakokiyan in.