PeyamaKurd – Di çarçoveya amadekariyên şerê nav bajaran de, di navbera hêzên amerîkî û Koreya Başûr de, tetbîqateke leşkerî hate kirin.
Hate ragihandin ku leşkerên amerîkî û Koreya Başûrê li hember êrîşên muhtemel ên Koreya Bakur tetbîqateke leşkerî ya nava bajaran li dar xist.
Di tetbîqatê de, leşkerên Amerîka û Koreya Başûr li bajarê Pajuyê ketin nava mal û xaniyan û simîlasyona şerê bajaran pêk anîn.
Hêjayî gotinê ye, Koreya Bakur jî van tetbîqatên navbera hêzên Amerîka û Koreya Başûr ku bi rêkûpêkî têne kirin, rexne dike û wekî amadekariya şerê li hemberî wan dinirxîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin