PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan HRANAyê di bin navê “Di navbera moşek û bêdengkirinê de” raporeke berfireh belav kir û ragihand ku di navbera 26ê Sibata îsal û 13ê Gulana 2026an de, rejîma Îranê herî kêm 50 cezayên bidarvekirinê li seranserê welat û Rojhilatê Kurdistanê bicih kirine.
Di heman serdemê de, 6 hezar û 500 kes bi tohmetên cuda yên herî giran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.
HRANAyê bal kişand ser daxuyaniya herî dawî ya Serokê Dezgeha Dadwerî ya Îranê Muhsinî Ejeî ku hişyarî dabû ku ji niha û pê de her tohmeteke giran a li dijî ewlehiya dewletê dê rûbirûyê cezayê sêdarê bibe, ku ev yek metirsiyeke mezin li ser jiyana girtiyan çêdike.
Di rapora HRANAyê de, ziyanên giran ên şerê dawî yê li herêmê jî hatin eşkere kirin. Li gorî amaran, ji ber êrîşên hewayî û bomberûmanan heta niha 3 hezar û 636 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji wan hezar û 701 kes sivîl, hezar û 221 leşker û 307 jî zarokên bêguneh in.
Rêxistinê tekez kir ku hevdemî van darvekirin û kuştinan, sîstema qutkirina înternetê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ketiye dewrê û asta gihîştina bi torên civakî tenê di asta %1 de maye.
Hate diyarkirin ku rûpela reş a tecrîdê, gihandina dengê navendên girtîgehan û rewşa mafên mirovan bi temamî xistiye bin metirsiyeke tarî ya gerdûnî.