PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dmitriy Peskov derbarê plana Serokê Amerîka Donald Trump a ‘Peymana Sedsalê’ de daxuyanî dan û got, hin xalên wê planê ne li gorî biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ne.
Dmitriy Peskov di daxuyaniyên xwe yên televizyona Rossiya 1ê de, li ser plana Trump a ku wekî Peymana Aştiyê ya Sedsalê bi nav dike da xuyakirin ku hinek biryarên KENY derbarê mijara Îsraîl-Filîstînê de hene û got, “Hin xalên planê ne li gorî biryarên KENY ne.”
Peskov bal kişand ser bertekên welatên Erebî û Filîstînê yên dijî plana Trump û diyar kir, ev jî li ser bicihanînan wê planê fikaran çêdike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin