PeyamaKurd - Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikatî diyar kir ku dîplomasiya ku ji bo pêşîlêgirtina şer û rawestana li ber êrişên Îsraîlê ye, bi şert û mercên xemgîn re rû bi rû ye.
Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî beriya Civîna Lijneya Wezîran a Awarte ya ku li Qesra Hikûmetê ya li paytext Beyrûtê bê lidarxistin daxuyanî da.
Serokwezîr Mîkatî bêyî ku agahiyên berfireh bide, bi van gotinan bal kişande ser xwe:
"Dîplomasiya ku ji bo pêşîlêgirtina şer û rawestandina êrişên Îsraîlê tevdigere bi şert û mercên fikar re rû bi rû dimîne."
Mikatî da zanîn ku wan li ser asta serkirdayetiyê ji bo çareserkirina metirsiya navçeyî û di nav de Lubnan civîn li dar xistin û tekez kir, ku êrîşên Îsraîlê li ser Lubnan û Gazzeyê, mirin, wêrankirin û koçberkirin li ber çavên hemû cîhanê pêk hatin.
Şêwirmendê payebilind ê Serokê Amerîkayê Amos Hochstein ku ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve ji bo rawestandina "nakokiyên kontrolkirî" yên di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê de wek navbeynkar tevdigere, îro li Beyrûtê peywendiyan dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin