Ji YRKê daxuyaniya êrîşa Mehabadê

Ji YRKê daxuyaniya êrîşa Mehabadê

PeyamaKurd - Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) derbarê êrişa Artêşa Pasdaran a Îranê ya di 28ê hezîranê de li Mehabadê ku di encamê de 4 endamên PJAKê giyanê xwe ji dest dabûn, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. YRKyê ragihand ku di encama lêpirsîna wan de derketî holê ku ev endam bi rêya sîxurî û hevkariya kesên xwecihî hatine tesbîtkirin û armancgirtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesekî bi navê Omer Dehqan ê ku tevlî vê operasyonê bûbû ji aliyê hêzên wan ve hatiye kuştin û çend kesên din ên ku bi heman awayî hevkariya dijmin kirine jî hatine tespîtkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de YRKyê hişyarî da wan kesên ku hevkariyê bi hêzên dewletê re dikin, madeyên hişbir belav dikin û li dijî nirxên civakê çalakiyan dikin ku dê di dema guncav de werin cezakirin. Fermandariya YRKyê banga vegerê li van kesan kir ku dev ji hevkariya dijmin berdin, çekên xwe deynin û li nav civaka xwe bi nasnameya xwe bijîn; wekî din dê hemû kesên ku destên wan di xwîna şervanên wan de hene rûbirûyî cezakirinê bibin