Ji NY hisyariya penaberên Filîstînî yên li Sûriyeyê

Ji NY hisyariya penaberên Filîstînî yên li Sûriyeyê

PeyamaKurd – Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini, li ser rewşa penaberên Filîstînî yên li Sûriyeyê û ziyanmendên erdhejên 6ê Sibatê ku li Sûriyê jî wêraniyeke mezin bi xwe re anî hişyarî da.

Philippe Lazzarini ku serdana deverên erdhejê û kampên wêranbûyî yên penaberên Filîstînî yên li Sûriyê kiribû diyar kir:

“Karesateke mezin e, dema em diçin kampa Yermûkê yan kampa Eyn el-Tel û asta zêde bilind a wêraniyê dibînin. Min berî du salan serdana Yermûkê kiribû, her carê ez dibînim pêşveçûn heye, beşek ji xelkê vedigerin, proseya nûjenkirinê berdewam e, bêguman jinûveavakirina Yermûkê wê demeke dirêj bajo. Bêhêvbûneke mezin li cem xortan heye, piraniya wan xewneke wan tenê heye, ew jî kampan bihêlin û derkevin derveyî welat.”

Philippe Lazzarini da xuyakirin: “Min destpêka îsal daxwaza 1.6 milyar dolar kir, ango min kêm zêdê 850 milyon dolar ji bo bûdceya bingehîn ji UNRWAyê xwestibû û nêzîkî 750 milyon dolar ji bo rewşa awarte. Di dema dawî de jî me daxwaza 16 milyon dolar ji bo ziyanmendên erdhejê li Sûriyê kir. Piştî cejna Remezanê em ê pêwendiyan ligel piştevanan bikin û li ser rewşa metirsîdar a ajansê hişyariyê bidim.”

Li gorî amarên UNRWAyê li Sûriyê berî şerê navxwe nêzî 600 hezar koçberên Filîstînî hebûn, lê ji ber şer zêdetirî 120 hezar ji wan koçber bûn û dema erdhejên 6ê Sibata 2023an jî ji sedî 90ê koçberên Filîstînî ango bi qasî 57 hezar ji wan zirar dîtine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin