Ji Pûtîn bo Amerîkayê: Dê bê bersiv nemîne

Ji Pûtîn bo Amerîkayê: Dê bê bersiv nemîne

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, ji Amerîkayê daxwaz kir ku pêngava xwe ya vekişîna ji Peymana Hêzên Menzîla Navîn ên Nukleerî ji nû ve binirxîne.

Pûtîn diyar kir, “Ger Washington biryara vekişînê bistîne, divê ev yek bê bersiv nemîne û namîne jî.”

Pûtîn di berdewamê de got, “Careke din dupat dikim, em di vê mijarê de amade ne bi partnerên amerîkî re diyalogê bimeşînin, em hêvî dikin ew jî bi berpirsiyarî tevbigerin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya niha ragihandibû ku ew dê ji peymana INF ya 1987an ku li dema Yekîtiya Sovyetê hatibû îmzekirin vekişin û wekî sedem jî diyar kiribû ku Rûsya berpirsiyariyên xwe yên peymanê bicih nayîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin