PeyamaKurd – Di nûçeya xwe ya li ser 6 çavkaniyan de ajansa nûçeyan a Reutersê îdia kir ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wê heta sala 2024an li ser desthilatê bimîne û biryar daye ku di hilbijartinên serokomariyê yên meha Adarê de bibe namzed.
Yek ji çavkaniyên ku ji ber "hesasiyeta" siyaseta Kremlînê nexwest navê xwe eşkere bike got, "Biryar hatiye dayîn - ew ê bibe namzet" û du çavkaniyên din ên nêzî Kremlînê jî diyar kirin, şêwirmendên Pûtîn amadekariyên namzetiyê dikirin.
Sê çavkaniyên din jî eşkere kirin, biryara namzedbûna hilbijartinên serokomariyê yên ku wê di Adara 2024an de bên kirin, hatiye girtin.
Çavkaniyên ku meha borî di rojnameya Kommersant de jî ev nûçe piştrast kiribûn, gotibûn wê di nava çend hefteyan de daxuyaniyeke koreografî were dayîn.
Lê belê ji aliyê Serok Pûtîn ve hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got, "Kampanya hîna bi awayekî fermî nehatiye ragihandin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin