Ji Russia Todayê rapirsiya ‘Hûn li Sûriyê dewleteke Kurdî ya federe dixwazin yan na?'

Ji Russia Todayê rapirsiya ‘Hûn li Sûriyê dewleteke Kurdî ya federe dixwazin yan na?'

PeyamaKurd – Malpera Russia Today (RT) bi rapirsiyekê pirsî bê 'Hûn li Sûriyê dewleteke Kurdî ya federe dixwazin yan na?' Zêdetir jî 2 milyona kes beşdarî wê rapirsiyê bû. Heya niha rêjeya yên ku dibêjin ‘ERÊ’ zêdtir e.

Serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed, ragihand ku 13ê Nîsanê wê hilbijartinên parlementoyê pêk werin. Helwesta kurdan a li wî welatî cihê meraqê ye û Kurd bi baldarî tên şopandin. Kurd, li bakur û Rojavayê Sûriyê daxwaza rêveberiyeke xweser dikin û ango bi awayekî defakto rêveberiyeke xwe ya xweser ava kirine dixwazin bi fermî jî ev xweserî were naskirin.

Russia Today a erebî bi rapirsiyeke ev mijar ji raya giştî pirsî. Di rapirsiyê hat pirsîn bê 'Hûn li Sûriyê dewleteke Kurdî ya federe dixwazin yan na?' û di vebijarkan de jî ‘ERÊ û ‘NA’ hat nivîsîn.

Rapirsî di demeke kurt de belav bû  nêzîkî 3 milyona kesan beşdarî li rapirsiyê kir. Ji kesên beşdarî rapirsiyê bûnê 57.6 ji sedî gotin ‘ERÊ’ em dewleteke Kurdî ya federe li Sûriyê ango Rojava dixwazin. Rêjeya beşdarên ku dibêjin ‘NA’ em naxwazin jî 42.5 ji sedî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin