Ji Samê bo Enqerê: Sînorekî sebra me heye

Ji Samê bo Enqerê: Sînorekî sebra me heye

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualîm got, Tirkiye di pêkanîna Rêkeftina Idlibê de hêdî tevdigere û sînorekî sebra rêveberiya Şamê heye ku hîn li benda Tirkiyê ye.

Mualîm di civîna rojnamevanî ya digel Wezîrê Venezuelayê Jorge Arreaza de ku li Şamê birêve çû bal kişand ser Rêkeftina Idlibê ya ku Tirkiyê bi Rûsyayê re çêkiriye û got, sînorekî sebrê yê rêveberiya Şamê jî heye.

Mualim diyar kir ku ew li bendê ne Tirkiye rêkeftina Soçiyê ku ji bo Idlibê hatiye çêkirin bicih werîne.

Li gor rêkeftina di navbera Serokên Rûsya û Tirkiyê, Pûtîn û Erdogan de diviyabû Tirkiye Idlibê ji çekdarên tundrew ên opozîsyonê paqij bike û hêremeke bêçek were avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin