Ji Serokomariya Sûriyê daxuyaniyeke bo êrîşên Îsraîlê

Ji Serokomariya Sûriyê daxuyaniyeke bo êrîşên Îsraîlê

PeyamaKurd - Serokomariya Sûriyê êrîşa Îsraîlê ya li nêzîkî Qesra Serokomariyê şermezar kir û ragihand, "Ev êrîşa dijminane nîşana têkdana aramiya welat û zêdekirina krîza ewlehiyê yê."

Serokomariya Sûriyeyê li ser êrîşa artêşa Îsraîlê ya ser Şamê bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin, "Bi awayê herî tund bombebarana êvara borî ya nêzîkî Qesra Serokomariyê ku ji aliyê Îsraîla dagirker ve hatiye kirin, şermezar dikin, ku tevliheviyeke metirsîdar li ser dezgehên dewlet û serweriya wê çêdike."

Serokomariya Sûriyeyê daxwaz ji civaka navdewletî û welatên endamên Komkara Erebî kir ku li dijî vê êrişê piştgiriya Sûriyê bikin ji ber ku qanûn û peymana navnetewî binpê dike.

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Wezîrê Bergiriya Îsraîlê ragihandibûn ku êrîşa ser Şamê peyameke zelal e ji bo rejîma Sûriyeyê, ew rê nadin ku hêzên deshilata Şamê li başûrê Şamê belav bibin yan jî ti gefê li civaka Durziyan bikin.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.