Rejîma Îranê girtiyekî Kurd û 11 girtiyên din bi dar ve kir

PeyamaKurd – Rejîma Îranê, duh, roja Çarşemî, 30ê Nîsana 2025an, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê, cezayê bidarvekirina Emad Ehmedî, girtiyekî Kurd ê 27 salî, xelkê Kirmaşanê û rûniştiyê Tehranê, pêk anî.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Emad Ehmedî 3 sal berê bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibû girtin û cezayê bidarvekirinê lê hatibû birrîn.
Hevdem, di heman girtîgehê de, 3 girtiyên din, ji wan Muhsên Lengernişîn, girtiyekî siyasî yê xelkê Newşehrê, Esxer Wetenperest, xelkê Tewrêzê, û Hemîd Fazilî, xelkê Tehranê, hatine bidarvekirin.
Her weha, li girtîgehên Wekîlavaya Meşhedê û Sêpîdara Ehwazê, cezayê bidarvekirina herî kêm 8 girtiyên din jî hat pêkanîn ku 5 ji wan Belûc in û bi tohmetên ”madeyên hişbir” cezayên bidarvekirinê li wan hatiye birrîn.
Bi tenê bidarvekirina Muhsên Lengernişîn di medyaya hikûmetê de hate ragihandin, ku hatibû îdiakirin “sîxuriyê ji bo Îsraîlê” dike, lê bidarvekirina Emad Ehmedî û girtiyên din di medyaya fermî de nehatine belavkirin.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.





