Tirkiye, ji îxracata bindeqan 1,9 milyar dolar pere qezenc kir

PeyamaKurd – Tirkiye di 8 mehên dewra îxracata bindeqan de bi giştî 1,9 milyar dolan pere qezenc kir
Yekîtiya Îxracatvanên Bindeqan û berhemên wan ya Karadenizê (Derya Reş) bi awayekî nivîskî ragihand ku di sezona 2024-2025an an ku ji 1ê Êlûna 2024an heya 30yê Nîsana 2025an bi miqdarê 238 hezar û 428 ton bindeq firotine û ji van bindeqan 1 milyar 945 milyon 724 hezar û 564 dolar pere qezenc kirine
Di heman dema borî de, ev miqdar zêde bûye. Ji ber berê 212 hezar û 573 ton bindeq firotibûn û jê 1 milyar 586 milyon 338 hezar û 145 dolar dahatê bidest xistibûn.
Bindeq, bi taybetî li peravên Derya Reş de çandiniya wan hatiye kirin û debara piraniya xelke ewê derê bi bindeqan dibe.
Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.




