Tirkiyê perwerdeya hêzên Şamê piştrast kir û bersiva Îsraîlê da: Êrîşî me nekirine!

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku wan bi fermî dest bi rahênana artêşa nû ya Sûriyeyê kiriye ku ev pêngav di çarçoveya peymana hevkariyê ya navbera herdu aliyan de pêk tê.
Çavkaniyên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê îro 11ê Îlonê ragihand, wan dest bi pêşkêşkirina rahênanên leşkerî, şêwirmendî û piştgiriya teknîkî ji bo artêşa Sûriyeyê kiriye. Herwiha hate gotin, ev piştgirî li gorî peymana ku di meha Tebaxê de hatibû îmzekirin, birêve diçe.
Ev hevkariya leşkerî di demekê de tê ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, Tirkiye wek piştevanê sereke yê hikûmeta nû ya li Şamê derdikeve pêş. Di vê çarçoveyê de, Enqereyê mêvandariya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, Wezîrê Derve Esed Şeybanî û Wezîrê Berevaniyê Murhaf Ebû Qesra kiribû.
Li gorî peymana leşkerî ya di navbera her du welatan de, Enqere dê çek, alavên lojîstîk û rahênana leşkerî ji bo artêşa Sûriyeyê dabîn bike.
Çavkaniyên MSBê herwiha êrîşên Îsraîlê yên li ser amûrên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê jî red kirin û wekî "derew û nerast" binav kir.
Hate diyarkirin, ti guhertin di hejmara karmend û amûrên leşkerî yên Tirkiyeyê de li Sûriyeyê çênebûye.
Hêjayî gotinê ye, 25ê Tebaxê li Şamê û 8ê Îlonê jî li Hums, Laziqiye û Helebê artêşa Îsraîlê êrîş li ser Sûriyê pêk anîbûn. Çavkaniyên ewlehiya Îsraîlê ragihandibûn ku wan amûrên leşkerî û depoyên çekan ên Tirkiyê li Sûriyê kirine armanc. Berpirsekî Îsraîlî hişyarî dabû hikûmeta nû ya Sûriyeyê û gotibû: "Me hişyarî daye rêveberiya rewa ku bi agir nelîze û guh nede fermanên Tirkiyeyê."
Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.




