Hêzeke Îsraîlê li Sûriyê du kes girtin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku yekîneyeke hêzên Îsraîlê îro 11ê Îlonê kete gundê Abidîn ê herêma Hewza El Yermûk ê gundewarê rojavayê parêzgeha Dera ya Sûriyeyê.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, yekîneya artêşa Îsraîlê li taxa rojhilatê gund operasyoneke serdegirtinê pêk anî û 2 kes girtin û bi xwe re birin.
Hate diyarkirin ku ew hêza Îsraîlî piştre ji wî gundî vekişiya.
Hêjayî gotinê ye, hêzên artêşa Îsraîlê car caran xeta sînor a bi Colanê re derbas dikin. 7ê Îlonê jî hêzeke artêşê rêya di navbera Ceba û Um Batina yên gundewarê Quneytîrayê de derbas kir û seyare kontrol kirin.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




