Lukaşenko bi ser daxwaza Trump 52 girtîyên siyasî berdan

PeyamaKurd- Serokê Belarusê Aleksandr Lûkaşenko, li ser banga Serokê Amerîkayê Donald Trump ya meha borî ji bo serbestberdana girtiyên siyasî, 52 girtîyên ji welatên cuda efû kirin.
Lûkaşenkoyê ku hevalbendê nêzîk yê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn e, daxwaza Trump bêbersiv nehişt û 52 girtî efû kir. Ev koma herî mezin a girtiyan bû ku heta niha ji aliyê Lûkaşenko ve hatiye efûkirin.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîka ya li Lîtvanyayê de hat gotin, “Şandeya DYAyê ya bi serokatiya Alîkarê Serok Trump, John Coale, piştî danûstandinên li Mînskê, bi 52 girtiyên ji neteweyên cuda re ber bi Vîlnîusê ve diçin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Coale yê ku nûnertiya Trump dike, ji Lûkaşenko re gotiye ku Trump dixwaze balyozxaneya Amerîka ya li Mînskê ji nû ve veke.
Medya Belarusê ragihand ku di nav girtiyên hatine berdan de hemwelatiyên Lîtvanya, Letonya, Polonya, Fransa, Brîtanya û Almanyayê jî hene.
Trump meha borî di axaftina xwe ya telefonê bi Lûkaşenko re û paşê jî di parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî de bang kiribû ku 1300 heta 1400 girtî bên berdan.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.





