Li gundê Amad (Tezeren) a bajarê Agiriyê firtûne rabû: 74 avahî zerarê dîn û kesekî birîndar bû

PeyamaKurd – Di encama rabûna firtûnê ya li bajarê Agiriyê li gundê Amad (Tezeren)ê, 74 avahî zerarê dîn û kesekî birîndar bû. Li ser firtûnê tîmên AFADê, îtfaiyê, cendirme û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Piştî encama lêkolîna xesarê ya gundê Amadê; hat tesbîtkirin ku di gund de banê 44 xaniyan û yên 30 axwuran zerarê dîne.
Dema alav ji ser banekî bi bandora firtûnê ketine, perçeyekî li lingê mirovekî ketiye û sivik birîndar bûye. Birîndar ji bo tedbîrê birine nexweşxanê.
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




