Li seranserê Iraqê herî kêm tawan li Dihokê çêdibin

Li seranserê Iraqê herî kêm tawan li Dihokê çêdibin

PeyamaKurd- Li gorî Wezareta Navxwe ya Iraqê, tawanên herî kêm li seranserê Iraqê li Dihokê hatine tomarkirin.

Serokê Komîteya Asayîş û Parastinê ya Encûmena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim, li ser raporên mehane yên wezaretê ragihand ku li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê, li Dihokê herî kêm û li Nînowayê jî duyem herî kêm tawan hatine tomarkirin.

Hat diyarkirin ku ew zanyarî ne ji bo weşandinê ne û tenê ji bo wê yekê ne ku ew ji rewşê agahdar bin.

Rêjeya herî zêde ya tawanan li parêzgehên başûrê Iraqê tê tomarkirin û yek ji sedemên sereke jî pevçûnên di navbera eşîran de û madeyên hişbir e.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.