Mesrûr Barzanî ji bo nûnertiya Kurdistanê spasiya Îmaratê kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê îlonê pêşwaziya Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybet ê Karûbarên Aborî yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê Seîd Mibarek Hacirî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, girîngiya têkiliyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Îmaratê hatin axaftin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Tevî pêşwazîkirina wê şandê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya têkiliyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Îmaratê de jî da.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd kir, ji ber piştgirî û alîkariya wî ya ji bo Herêma Kurdistanê û destnîşankirina nûnerekî taybet ê Îmaratê ji bo karûbarên aborî ji bo Herêma Kurdistanê, ku nîşana girîngî û bihêziya têkiliyên dualî ye.
Mesrûr Barzanî, silav û rêzên xwe bi rêya şandeyê ji Cîgirê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Raşid re gihand.
Di beşeke din a civînê de, "Seîd Hacirî xwesteka welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyan bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de diyar kir û da zanîn, Herêma Kurdistanê li cem serokatiya Îmaratê xwedî cihekî girîng û taybet e. Tekez jî kir ku, gelek derfet hene ku têkiliyên dualî di warên cuda cuda de xurt bikin.”
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




