Du heval pevçûn: Xortê 24 salî hat kuştin

Du heval pevçûn: Xortê 24 salî hat kuştin

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Besniyê du kesên hevalên hev pevçûn û di encamê de yek ji wan her dû hevalan, hevalê xwe dinê bi demançê kuşt.

Bûyer li navça Besniyê li taxa Korupınarê qewimî. Mazlum Korkmaz diçe ciyê kar ê hevalê xwe yê bi navê Mustafa B. yê ku karê şûştina otoyan dike. Li wê derê pev diçin lê sedema pevçûna wan nayê zanîn.

Mustafa B., bi demança xwe li Mazlum Korkmaz (24) dixe. Kormaz birîndar dibe û li ser giliyên kesên li dorê agahiyan didin tîmên tenduristiyê. Dema tîm diçin ciyê bûyerê, birîndar bi ambûlansê dibin nexweşxana dewletê ya Besniyê.

Korkmaz, li nexweşxanê can dide û polîs Mustafa B. dixe binçav û lêpirsîna polîs dewam dike.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.