Netanyahû: Em ê êrîşan bibin ser welatên mazûvaniya serokên Hemasê dikin

Netanyahû: Em ê êrîşan bibin ser welatên mazûvaniya serokên Hemasê dikin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, piştî êrîşa ser Dohayê cardin gef li Qeterê xwar û got, eger rayedarên Hamasê dersînor neke, ewê careke din hewl bidin ku rêberên Hemasê yên li Qeterê bikujin.

Netanyahu got ku ji bo êrîşa Dohayê divê welatên din "pîrozbahiyê li êrîşên" Îsraîlê bikin û li ser welatên mazûvaniya rêberên Hamasê dikin ev gef xwar: "Ez ji Qeterê û hemû welatên ku terorîstan dihewînin re dibêjim, an hûn wan dersînor dikin an jî hûn edaletê pêk tînin. Ji ber ku eger hûn pêk neynin, emê pêk bînin."

Wezareta Karên Derve ya Qeterê jî daxuyaniyek belav kir û daxuyaniyên Netanyahû wekî "hewleke şermezariyê ya ji bo rewakirina êrîşa tirsonek a li ser axa Qeterê û gefên eşkere yên li ser pêşeroja serweriya dewletê" bi nav kir.

Herwiha hate gotin, "Netanyahu bi temamî haydar e ku mazûvaniya nivîsgeha Hemasê di çarçoveya hewldanên navbeynkariyê de pêk hatiye ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye xwestin."

Îsraîlê di 9ê Îlonê de li paytexta Qeter Dohayê êrîşek li dijî rêberên siyasî yên Hamasê pêk anî û di êrîşê de şanda danûstandinan a Hemasê hate armanc kirin.

Şanda danûstandinan a Hamasê ji êrîşê rizgar bû lê 5 rayedarên Hemasê ku kurê rêberê Hamasê Xelîl Hayye jî di nav de bû, jiyana xwe ji dest dan.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.