Trump di salvegera êrîşa 11ê Êlûnê de axifî: “Eger êrîşê DYAyê bikin em ê nêçîra wan bikin”

Trump di salvegera êrîşa 11ê Êlûnê de axifî: “Eger êrîşê DYAyê bikin em ê nêçîra wan bikin”

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di merasima bîranîna 24em salvegera êrîşa 11ê Êlûna 2001an de, li ser îhtîmala êrîşên herin ser DYAyê, bi zimanekî tund tehdîd kir. Trump di merasima li Pentagonê de hat kirin de got:

“Eger hun êrîşê DYAyê bikin, em ê we bibînin, we bigrin û bê ku rehmê li we bikin em ê we biperçixînin. Lewra me navê wezareta bergiriyê kir Wezareta Şer. Êdî DYA li hemberê êrîşên weha bêhtir qewiye. Wê wezareta Şer gelek cuda be.”

Di 11ê Êlûna sala 2001an de navenda sîstema bazirganiyê ya New Yorkê ku bi navê Barûyên Cêwî (Kûle yên Cot) dihat nasîn ket ber êrîşên balafiran. Balafirên ku ji Newark, Boston û Washingtonê bi hewa ketin, 4 balafirên ku diçûn San Francisco û Los Angelesê, hatin revandin, balafira ku diçû Los Angelesê ya aîdê Amerikan Airlinesê li gor seeta cîh seet di 08.46an de li avahiya navenda bazirganiya DYAyê ya li Bakûr xist.

Barûya Bakûr di nav agir de dişewitî lê vê carê balafira dinê ya revandibûn ya United Airlinesê, piştî 17 deqeyan li barûya Başûr xist.

Balafireka dinê ya revandibûn li avahiya Pentagonê xist û balafira 4em li eyaleta Pensilvanyayê li gundewarên wê ji aliyê balafirên şer yên F-16an yên DYA de hat xistin.

19 êrîşker an kesên balafiran revandin ne di nav de, bi temamî di barûyan de an ku navenda bazirganiya Amerîka de, li New Yorke, Washingtonê û Pensilvanyayê bi temamî 2,977 kes mirin.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.