Amerîkayê ji bo beşdarbûna civata NYê vîze da Şera

PeyamaKurd – Piştî nîqaş û spekulasyonên zêde, rêveberiya Amerîkayê vîzeya ketinê da Serokê Demkî yê Sûriyeyê, Ehmed El-Şera, û bi vê yekê beşdarbûna wî di 80emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê piştrast bû.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Independent Arabiayê ve û li ser bingeha çavkaniyên dîplomatîk hatine belavkirin, Washingtonê vîzeya serdaneke fermî ya çar rojan, ku dê di navbera 21 û 25ê Îlonê de pêk were, daye El-Şera. Di vê serdanê de, Wezîrê Derve Esed Hesen El-Şeybanî û Nûnerê Nû yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm El-Olabî dê pê re bin.
Hevdîtinên payebilind di rojevê de ne
Tê payîn ku serdana El-Şera hevdîtinên dîplomatîk ên krîtîk jî li xwe bigire. Çavkanî îhtimaleke mezin dibînin ku hevdîtinek di navbera Serok El-Şera û Serokê Amerîkayê Donald Trump de pêk were. Li gorî heman çavkaniyan, têkiliyên di navbera wezaretên derve yên her du welatan de ji bo amadekirina vê hevdîtinê berdewam dikin.
Herweha, di rojeva El-Şera de hevdîtinek bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re jî heye. Tê plankirin ku ev hevdîtin li Mala Tirkan (Turkish House) a li New Yorkê were lidarxistin.
"Xaleke werçerxê ya dîrokî"
Çavkaniyên dîplomatîk vê serdanê weke "xaleke werçerxê ya dîrokî" di têkiliyên di navbera Sûriye û Amerîkayê de bi nav dikin. Hat destnîşankirin ku Erebistana Siûdî û Tirkiye hewldanên mezin didin da ku piştgiriyê bidin destpêşxeriyên dîplomatîk ên rêveberiya nû ya Sûriyeyê li ser asta navneteweyî.
Li gorî televîzyona fermî ya Sûriyeyê, ev yekem serdana serokekî Sûriyeyê ye ji bo Amerîkayê di 60 salên dawî de, ku girîngiyeke mezin a sembolîk dide vê pêngavê.
Ev nivîs 157 car hatiye xwendin.




