Di ambûlansa wergeriya de 3 karkerên tenduristiyê birîndar bûn

Di ambûlansa wergeriya de 3 karkerên tenduristiyê birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Gumuşxanê li ser rêya navçên Kelkit û Şîranê ambûlansa ku ji neqilkirina nexweşan dadgeriya, ji ser rê derket û di encamê de 3 xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn.

Xebatkarên tenduristiyê nexweş birin nexweşxana dewletê ya navça Kelkitê. Lê piştî nexweş teslîmê nexweşxanê kirin û li ser rêya dagerê ajotvanê ambûlansê B.N. desthilata ambûlansê wenda kir û li ser rê li gundê Kılıçtaşı wergeriya.

Di qezayê de ajotvan B.N. û xebatkarên tenduristiyê yên wezîfedarên ambûlansê A.Y. û H.D. birîndar bûn.

Vê carê xebatkarên tenduristiyê yên din çûn hawara hevalên xwe û birîndaran birin nexweşxana dewletê ya navça Kelkîtê. Rewşa birîndaran baş e.

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.