Bihayên zêr berevajî bendewariyan daketin!

PeyamaKurd - Îro ji dema gihîştina asta herî bilind a rekordan ve, bihayên zêr cara yekem daketin. Bihayê gramek zêr ku hefteya borî rekorên li pey hev şikand, îro sibehê ji sedî 0,5 daket û gihîşt 4,750 lîreyan. Bihayê onsek zêr bi 3,591 dolarî tê firotin.
Piştî çend rojan ji bilindahiyên rekord, buhayên zêr îro daketin. Bazar vê paşveçûnê bi baldarî dişopînin.
Piştî ku doh gihîşt 4,800 lîreyan, gramek zêr îro sibehê ji sedî 0,5 nirxa xwe wenda kir û daket 4,750 lîreyan.
Zêdebûna bihayên zêr ji ber bendewariyên ku Fed dibe ku vê mehê rêjeyên faîzê kêm bike û daneyên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çêbû. Nezelaliya li dora aboriya cîhanî statuya zêr wekî stargehek ewle xurt kiriye.
Lêbelê, daneyên dawî û ne aramiya bazarê bûne sedem ku veberhênerên zêr helwestên xwe ji nû ve binirxînin.





