PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiye li ser êrîşa xwaringehê ya Hewlêrê ku karmendekî konsûlxaneya Tirkiyê û du kesên din hatin kuştin, daxuyaniyek belav kir.
Di daxûyaniyê de hat diyarkirin ku xebatên bo desteserkirina êrîşkar/an dewam dikin û wiha hat gotin: “Îro piştî nîvro, karmendek Konsûlxaneya me ya Hewlêrê, gava ku li derveyî avahiya Konsûlxaneyê bû, di rûdanek teqekirinê ya tirsonek de jiyana xwe jidest da ye. Ji bo girtina kirdarên bûyerê ligel saziyên fermî yên Iraqê û berpirsên herêmî pêwendiyên me dom dikin. Em sebr û aramiyê ji şehidê me û malbata wî re û millet Tirk re dixwazin”.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî piştî bûyerê da xuyakirin ku ew êrîşê şermezar dikin û got, "Ji bo êrîşkar bilez werin dîtin, hewldanên me ligel rayedarên Iraqê û herêmê berdewam dikin."
Berdevkê Serokomar Ibrahim kalin jî li ser twitterê got: “Rehmeta Xwedê li karmendê me yê Konsûlxaneyê û sersaxiyê li malbata wî dikim. Ji bo eşkerekirina kirdaran lêkolîn didomin. Dê bersiva kesên ew êrîş kirine bê dayîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin