PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê ragihad, “Hema maye DAIŞ xelas bibe, em hêzên xwe hêdî hêdî vedikişînin.”
Trump got, heke tiştê li Sûriye min kiriye kesekî din bikira dê ew bikirina qehreman û got, “Hindik maye DAIŞ xelas bibe, em hêzên xwe hêdî hêdî vedikişînin û di heman demê de jî şerê bi bermayiyên DAIŞê re didomînin.”
Trump di dewamê de diyar kir, "Ez dixebitim ku em ji Sûriyê û deverên din derkevin. Niha medyaya ku derewan dike û hin generalên serneketî û ji ber van taktîkên min ên bikêr tên, giliyan dikin.”
Trump got, “Qebûl bikin ku encam ji daxwaziya min jî qat bi qat çêtir bû. Min ji bo şerê ku qet naqede têkoşîn da, bi bîr dixim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin