PeyamaKurd – Serokê DYAyê Trump berê ragihandibû welatên Ewrûpayê di şerê Îranê de destekê nedan DYAyê lê welatên Ewrûpayê gotibûn ku Trump bê agahî bide wan, şerê bi Îranê re destpêkiirye.
Li ser mijara Îranê her diçe dijberiyên navbera YE û DYAyê kûr dibin û li ser bingeha vê mijara esasî Trump got ku ew dikare vekişîna leşkerên xwe yên li Almanya, Îspanya û Îtalyayê rave bike.
Donald Trump, di ofîsa Oval de di îmzakirina biryarnameyekî serokatiyê de, piştî îmzayê li ser Îranê şiroveyan kir. Trump li ser pirsa vekişandina leşkerên DYAyê ji Almanya got ku dibe heman tişt li Îspanya û Îtalyayê jî bibe. Trump got ku NATO di şerê bi Îranê re qet destekê nedaye Amerîkayê û got:
“Îhtîmale, dibe. Ez çima nekim? Îtalya qet destekê neda me. Tevgerên Îspanya gelek berbat bûn. Me di mijara Ûkrayna de destekekî mezin da welatên Yekîtiya Ewrûpayê lê YE di mesela Îranê de destekê nedan me. Dema pêdiviya me bi wan hebû, ew ne li wê derê bûn. Divê em vêya ji bîr nekin.”
Trump her weha got ku di wexta Joe Biden de 350 milyar dolar pere dane Ûkraynayê, ev dînîtiye û belkî sedema şer zêde dirêj kir jî ev e.