Ji Trump pêngava Lîbyayê: Bi Hafter re axivî û pistgirî da operasyonê

Ji Trump pêngava Lîbyayê: Bi Hafter re axivî û pistgirî da operasyonê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi General Xelîfe Hafter ku operasyon li dijî hikûmeta Libyayê daye destpêkirin û hindik maye paytext Trablusê kontrol bike re pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Pêwendiya Trump tê wateya bi awayekî meşrû naskirina operasyona kontrolkirina Trablûsê ji aliyê hêzên General Hafter ve.

Koşka Spî ya Amerîkayê hevdîtina telefonî ya Trump û Hafter piştrast kir û da zanîn ku rêveberiya Trump pênaseyê li rola General Hafter di kontrolkirina çavkaniyên petrolê û şerê dijî terorê de dike.

General Hafter ku fermandarê giştî yê Artêşa Netewî ya Lîbyayê ye, ji 4ê Nîsanê ve li dijî hikûmeta Lîbyayê ya Lihevkirina Netewî daye destpêkirin ku ew hikûmet ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ye tê naskirin.

Piştî telefona Trump a ligel Xelîfe Hafter Amerîkayê helwesta xwe bi fermî eşkere kir ku ligel General Hafter radiweste.

Welatên wekî Misir, Erebistana Siûdî û Îmarat di krîza Lîbyayê de ligel Amerîkayê cî digirin, lê welatên wekî Tirkiye û Qeter alîgiriya hikûmeta heyî ya Lîbyayê dikin.

Nûçe û Wergera Kurdî / PeyamaKurd

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin