Ji Wezîrê nû yê Dadê peyama reformên hiqûqê û guhertina Destûrê...

Ji Wezîrê nû yê Dadê peyama reformên hiqûqê û guhertina Destûrê...

PeyamaKurd – Wezîrê nû yê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ku di kabîneya nû ya serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, cî girt derbarê guhertina Destûra Bingehîn de daxuyanî da û got, ew dixwazin destûreke sivîl û demokratîk çêbikin.

Yilmaz Tunç, di peyama xwe ya spasiyê ya tayînkirina xwe ya wekî wezîrê dadê de ragihand ku ew ji ber erkdarkirina vê peywirê gelekî spasiya Brêz Serokomar dike û li ser reformên nû yên hiqûq û dadweriya Tirkiyeyê de peyam dan.

Wezîrê Dadê li ser guhertina destûrê bal kişand ser bangewaziya Serokomar Recep Tayyip Erdogan a beriya hilbijartinan û destnîşan kir; “Gelê me destûreke nû ya demokratîk û sivîl heq dike. Înşellah di serdema nû ya parlamentoyê de, heger lihevkirin çêbibe, em ê di Sedsala Tirkiyeyê de, bigihin destûreke nû ya demokratîk. Daxwaziya me ev e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin