PeyamaKurd – Li bajarê Ankara Tirkiyê li navça Yenimahalle Doğan Yavuz (56), 5 sal berê jina xwe berdabû. Îro Doğan Yavuz bi demança xwe di dukkana terzîtiyê ya jina berdayî de ya bi navê Aynur Ekici'yi (49) kuşt û paşî xwe jî kuşt.
Li gor şahidan; ji berîka Doğan Yavuz notekî derketiye ku tê de digot dê jina xwe ya berdayî û her 2 keçên xwe jî bikuje. Aynur Ekici ji bo şopa xwe ji zilamê xwe yê berê wenda bike, li ser navê keça xwe dukkanê vekiribû.
Rûdan li dora seet 13.00an de qewimî. Doğan Yavuz daîma çûye dukkana jina xwe ya berê û xwestiye pê re li hev were. Lê dema li hev nekirine, munaqeşa wan dirêj kiriye û zilam kuştinê kiriye.
Dema tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê rûdanê dîtin ku her dû li wê derê can dane. Cenazên Yavuz û Ekici birin morga Tib a Edlî ji bo otopsiya wan bikin.