Joe Biden, bi peyamekê Cejina Remezanê pîroz kir

Joe Biden, bi peyamekê Cejina Remezanê pîroz kir

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji bo ku Cejina Remezanê li misilmanên welatê xwe û cîhanê pîroz bike, peyameke nivîskî weşand.

Joe Biden di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya Cejina Remezanê ya ji bo alema Îslamê û got,

"Ez û hevjîna xwe Jil, Cejina Remezanê pîroz dikin, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên welêt û dinyayê dikin. Ez bi comerdîtiya Mislimanan bi îbadeta fitreyê, dayîna erzaq û sedeqeyê ji kesên hewcedar re bandor bûm.

Cejina Remezanê temambûna meheke bi bereket e ku ji bo fedakarî, xêrxwazî ​​û hizirkirinê hatiye terixankirin û tê de civakên misilman ên li çaraliyê cîhanê yên ku bi pevçûn, xizanî, birçîbûn û nexweşiyan re rû bi rû mane û ji malên xwe hatine derxistin jî têne bibîranîn. Dema ku em ji bo pîroziyên xwe yên vê cejinê spas dikin, bila em xwe ji nû ve terxan bikin xebata bêdem a avakirina aştiyê û têkoşîna ji bo maf û rûmeta hemû mirovan." 

Biden got ku rêveberiya wî bi biryar e ku li dijî her cûre tawanên nefretê, di nav de Îslamofobî jî şer bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin