Joe Biden roja Înê serdana Polonda dike

Joe Biden roja Înê serdana Polonda dike

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Joe Biden di çarçoveya krîza însanî ya ji ber şerê Rûsya û Ukrayna de çêbûye, roja Înê serdana Polonda dike.

Li gor Qesra Spî da zanîn, wê Biden serdana Polonda bike û bi Serokomarê Polondayê Andrzej Duda re li Varşova bicive.

Herwiha ajansa nûçeyan ya Reutersê eşkere kiriye, ji destpêka dagirkirina Rûsya vir ve, ji 2 milyon penaberan zêdetir ji Ukrayna derbasî Polonda bûne.

Hat destnîşankirin, Biden wê rojekê piştî civîna bi hevbendên NATO û Yekîtîya Ewropa (YE) yên li Brukselê here Polonda.

Qesra Spî diyar kir, Biden wê îro Duşemê bi rêya telefonê bi serokên Fransa, Almanya, Îtalya û Brîtanya re biaxive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin