Johnson tatîla xwe nîvcû hist û dageriya Îngîltere

Johnson tatîla xwe nîvcû hist û dageriya Îngîltere

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Îngîltere Boris Johnson, ji ber serokwezîra Îngîltere Liz Truss di 20 ê mehê de dev ji karê xwe berda û îstîfa kir, dageriya Îngîltere. Boris Johnson ji bo tatîlê çûbû welatê Dominik û bi rêwîtiyekî 10 sietan dageriya welatê xwe.

Johnson piştî bi balafirê daket balafirgehê, ti şiroveyekî nekir lê siyasetmedar dibêjin ku dilê wî heye car din bibe namzedê serokwezîrtiya Îngîltere.

Wezîrê bazirganiyê James Duddridge ragihand ku Johnson ji bo desteka wî amade ye. Ji bo kesekî bibe serokwezîrê Îngîltere, herî kêm divê dengê 100 parlementeran bistîne. Kesê bixwaze bibe serokwezîr, divê heya 24 ê cotmehê roja duşemê bi wexta Îngîltere seredana namzetiya xwe bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin