PeyamaKurd - Moşeke bêmirov a Rûsyayê li herêma Yahodynê ya li sînorê Ukrayna û Polonyayê li treneke ku hate ragihandin dibe ku armanca wê dîplomatîk be, xist.
Ev bûyer tenê demekê kurt piştî ku Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson û gelek rayedarên ewlehiyê yên Ewropayê ji heman xetê vegeriyabûn, rû da.
Rayedarên Ukraynayê diyar kirin ku di encama êrişê de tu zirara canî çêne bune û hemû rêwî hatine valakirin.
Şîrketa trenên dewletê ya Ukraynayê da xuyakirin ku armanckirina trenê bi qestî bûye û diyar kir ku ji ber guhertina dema xisûsî ya ji ber ewlehiyê, tren zûtir ji îstasyonê derketibû.
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk piştî êrişê civîneke lezgîn li dar xist û got ku êrişên Rûsyayê roj bi roj nêzîkî sînorê wan dibin, her wiha Boris Johnson jî banga şandina pergalên parastina hewayî bo Ukraynayê kir.