"Divê Iraq prensîbên sirîkatiyê bicih bike"

"Divê Iraq prensîbên sirîkatiyê bicih bike"

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Japon li Iraqê Fomio Iwan kir.

Di hevdîtinê de Katsûmî Moriyamoyê Konsolê Japon li Hewlêrê jîamade bû. 

Balyozê Japon li Iraqê spasiya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevkar bûne di dema karkirina wî ya wekî Balyozê Japon de. 

Balyozê Japon li Iraqê ku dawî li erk û karên wî yê li Iraqê hatiye hêviya berdewamiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê xwe de xwest. Herwiha bi kurtî behsa çalakiya kompanyayên Japon li warê ceyran û avê li Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Japon xwest û pêzanînên xwe hebû ji bo rola welatê Japon li Iraqê û cîhanê û hêviya bihêztirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Japonya de xwest.

Rewşa siyasî ya Iraqê ya li piştî hilbijartinê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Balyozê Japon nîgeraniyên xwe û welatê xwe li ser proseya siyasî ya Iraqê li qonaxa pêşde bi Serok Barzanî gihand. 

Di barê proseya siyasiya Iraqê Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku eger prensîbên şirîkatiyê di desthilatê de bicih bibin, lihevkirina di qanûnçêkirinê de û hevsengiya di damezrandinan de berçav bikin Herêma Kurdistanê amadehiyeke tevahî heye ku yarmetiya proseya siyasiya Iraqê û çareserkirina giriftan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin