PeyamaKurd - Cîgirê serokê encûmena nûnerên Iraqê Beşîr Hedad îro 14ê Nîsanê di 33yemîn salvegera Enfalê de got, divê hikûmeta federal a Iraqê temamê erkên yasayî yên ser xwe bicih bîne û hem bi madî, hem bi manewî kesûkarên qurbaniyan qerebû bike û jiyaneke layîq bo wan dabîn bike.
Dr. Beşîr Hedad bi daxuyaniyekê enfal bibîr anî û diyar kir: “Em pêwîst dizanin ku hikûmeta federal hemû erkên ser xwe bicih bîne û madî û manewî qurbanên pêla nemirovî ya enfalê qerebû bike û jiyaneke layîq bo wan dabîn bike.”
Hedad da xuyakirin, divê kar ji bo avadaniya wan cihan bê kirin ku hatine wêran kirin û xizmeteke temam bigihe temamê wan navçeyên ku enfal lê pêk hatine.
Dr. Beşîr Hedad Enfal bi van gotinan bibîr anî: “33 sal berî niha di sala 1988ê de rejîma berê ya Iraqê proseya enfalê bi 8 qonaxan li dijî gelê kurd li başûrê Kurdistanê encam da. Proseya enfalê tewaneke nemirovî ya mezin bû, ku ber çavê welatên navçeyê û cîhanê li dijî gelê kurd hat encamdan û bi hezaran hemwelatiyên kurd bi zindî hatin çal kirin û bêserşûn kirin û hejmarek zêde ya gund û bajarokên Kurdistanê hatin wêran kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin