PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê pêşwazî li hikûmeta nû ya Iraqê, bi serokatiya Elî Zeydî, kir ku dengê baweriyê wergirt û dest bi kar kir û di vê berpirsiyariya hesas de serkeftin ji Zeydî re xwest.
Di daxuyaniyekê de ku Wezareta Karên Derve roja Pêncşemê, 14ê Gulana 2026an de weşand wiha hat gotin: "Em pêşwaziya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê di bin serokatiya Elî Zeydî de dikin; em di vê heyamê de ku wî ev berpirsiyariya hesas girtiye ser xwe serkeftinê jê re dixwazin."
Di daxuyaniyê de ku baweriya Tirkiyeyê bi bernameya hikûmeta nû ya Iraqê diyar kir, ev îfade hebûn:
"Em hêvî dikin ku hikûmeta nû di vê heyama hesas de ku herêma me tê re derbas dibe, gavên xurt ber bi aramî, geşbûn û entegrebûna Iraqê bi herêmê re bi rojeveke erênî bavêje."
"Wekî Tirkiye, em ê piştgiriya pêwîst ji bo hewldanên Iraqê di vî warî de bidomînin." Daxuyanî bi van gotinan berdewam kir:
"Em pabendbûna xwe ji nû ve piştrast dikin ku di serdema pêş de hevkariya xwe bi cîranê xwe Iraq re ku têkiliyên me yên kûr pê re hene, di hemû waran de bêtir pêş bixin."