Abdulmehdî: Bi sedema xwepêsandanan wê girtî nemînin

Abdulmehdî: Bi sedema xwepêsandanan wê girtî nemînin

PeyamaKurd- Serokê şîayan yên Iraqê Alî Sîstanî duhî bo xwepêşandanan ragihandibû ku divê guh bidin daxwazên xwepêşandêran. Li ser vê daxwazê serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ragihand ku dê di hukumetê de guhertin çêbibe û bi sedema xwepêşandanan ti kes di girtîgehan de nemîne. Li ser daxwazên Sistanî serokwezîr weha got:

“Wê hukumeta me hewl bide ku daxwazên xwepêşandêran bîne cîh. Hukumeta me bawere ku ew daxwazên reforman û hedefên ku hatibûn nîşandan, di şopandina wan de tişta ku herî zorê da me xwepêşandanin. Di nava daxwazan de îstîhdama ciwanan heye, zelalbûna hukumetê heye û guherandina hinek wezîran an temamên wan hene. Em ê guherînê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin