Fermandarê Amerîkî ziyareta pistevaniya HSDê kir

Fermandarê Amerîkî ziyareta pistevaniya HSDê kir

PeyamaKurd - Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê derbarê HSDê de peyamek belav kir.

Ji fermandarê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê Generalê Amerîkî Paul E. Funk li ser medya civakî wêneyekî xwe û berpirsekî HSDê belav kir û wiha nivîsî: “Li herêma navendî ya Firatê bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demokratîk operasyoneke li dijî DAIŞê tê niqaşkirin. Dê pevçûnên dijar rû bidin. Em bi biryar in ku vê herêmê piştî zilma 4 salan, azad bikin.”

General Paul E. Funk meha Sibatê di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku ew ê ji Minbicê dernekevin û gotibû ku ew ji bo piştgiriya hêzên Kurd li wê herêmê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin