Serê Moskovayê wan bi telefonan re ketiye belayê

Serê Moskovayê wan bi telefonan re ketiye belayê

PeyamaKurd- Li payîtexta Rûsyayê li Moskovayê, di nava 24 sietan de ji 700 telefonî zêdetir îxbar hatine kirin ku bombe xistine şûbeyên bankayan lê ew telefonên giliyan hemû derew derketine. Ajansa Rûsyayê TASS mijara telefonên giliyan ragihand.

Hêzên ewlekariyê ragihandin ku bo 14 dibistanan îxbara bombeyan hatine kirin. Hezar polîs li ser îxbaran 4 hezar û 435 kesî tehliye kirine. Di kontrolan de bombe nehatine dîtin. Niha polîs ketiye pey kesên ku bi telefonan îxbaran kirine.

Bûyerên weha li Rûsyayê gelek caran çêdibin. Meha borî gelek telefonên îxbarî hatin ku îxbar hemû pûç derketin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin